a photo of Abbas Ehmed

Abbas Ehmed

Kî wek min e

Kî wek min e? Bi kul û xema Wek pelê daran Ez dikevim ser çeman Dimrim her gava ku dê rabim Westîyam, pişta min nema Westîyam, pişta min nema Kî wek min e? Bi kul û xema Wek pelê daran Ez dikevim ser çeman Dimrim her gava ku dê rabim Westîyam, pişta min nema Westîyam, pişta min nema Digrîm û dengê'm ketî ye Min bêrîya te kirî ye Digrîm û dengê'm ketî ye Min bêrîya te kirî ye Dayika min dê tu were Destê te bêhn bikim ji xwe re Dayika min dê tu were Destê te bêhn bikim ji xwe re Destê te bêhn bikim ji xwe re Kî wek min e? Bi kul û xema Wek pelê daran Ez dikevim ser çeman Dimrim her gava ku dê rabim Westîyam, pişta min nema Westîyam, pişta min nema Wek çiyakî me Lê ez dikevim Şil dibim û Zuha dibim Wek çiyakî me Lê ez dikevim Şil dibim û Zuha dibim Li ber ronîya te Ez kor dibim Girtî me, bê dest û dev im Li ber ronîya te Ez kor dibim Girtî me, bê çav û dev im Girtî me, bê çav û dev im Kî wek min e? Bi kul û xema Wek pelê daran Ez dikevim ser çeman Dimrim her gava ku dê rabim Westîyam, pişta min nema Westîyam, pişta min nema Li serê çiyan Li te digerim Geh berfim Geh ez komer im Li serê çiyan Li te digerim Geh berfim Geh ez komer im Geh bi cî me Geh ez bê der im Wek çûkê li hêlînan digerim Geh bi cî me Geh ez bê der im Wek çûkê li hêlînan digerim Wek çûkê li hêlînan digerim Kî wek min e? Bi kul û xema Wek pelê daran Ez dikevim ser çeman Dimrim her gava ku dê rabim Westîyam, pişta min nema Westîyam, pişta min nema

Bêjebêje © 2015-2024