Skip to main content
a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Mahî min

By: Shahan175 223 BB · Regular Contributor

Mahî min tenha mehêke, sed nijûmî meĥwe kird. Yarî min tenha gullêke, sed hezarî girtûe. Xoş leser sîney serî helldawe dû goy ser be mor. Mat u ĥeyranim ke 'er 'er key henarî girtûe. Şerbetî 'unnabî lêwî şeker u badamî çaw. Serûy qedit raste enwa'î sîmarî girtûe. Le'lî şekerbarî to têr awe şekerbarîye Lêwî miĥnetbarî min bê awe barî girtûe. Ejdehay zûlfî le dewrî gencî ĥûsinî ĥarîse. Ĥelqe ĥelqe, çîn be çîn, ser ta be xwarî girtûe. Gerd u badî hîcrî to wa 'alemî lê kirdime toz. Nek dû çawim, bellke ĥeta dill xubarî girtûe. Mahî min tenha mehêke, sed nijûmî meĥwe kird. Yarî min tenha gullêke, sed hezarî girtûe.

Bêjebêje © 2015-2026