Ali Jiyan
Tarîya Şevê
By: Ciwan
Tu dikeve bîra min
Ez bêrîya te dikim
Xem dikeve dilê min
Bi tarîya şevê re
Kor dibim lal dibim
Bi te re ez kal dibim
Wek şev û wek rojê
Bê te perîşan dibim
Çavên tene li dilê min
Birînê kûr vedikin
Birîndarim dinalim
Bi tarîya şevê re
Dest bide tu destê min
Tu evîn û hest ê min
Bê te tenê dimînim
Bi tarîya şevê re
Gotin: Wezîr Demir
Muzîk: Ali Geçimli