a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Çavbeleka min tu yî

By: Ciwan

Çavbeleka min tu yî Porxeleka min tu yî Sir meleka min tu yî Lê dilbikovan ez im Ya dil birîn kir tu yî Ceger bi xwîn kir tu yî Dil har û dîn kir tu yî Ax kuştiyê çavan ez im Memik ji sêvan tu yî Şekir ji lêvan tu yî Di dilê mêvan tu yî Gorî û qurban ez im Taca delala tu yî Şewqa şemala tu yî Kara xezala tu yî Bi qîr û giryan ez im Gula li baxan tu yî Pêta çiraxan tu yî Derdê pêsaxan tu yî Yê dilbiêşan ez im Gul devşirîn tu yî Stêr û perwîn tu yî Şêrîn û Mem Zîn tu yî Mem ê di zindan ez im Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aram Dîkran

0

Bêjebêje © 2015-2025