a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Eman neman

Eman eman…. neman min bihîstî de îro gidî gidyano Yekî ji xwe re xwestî, royê sê car bi dilê şikestî Xafika spî bêm dewata te jî, eker ji min çêtir bê… Pîroz û mimbarek bê li vî canî, li vî cesetî Belê mi go eker ji min pîstir bê, ez ê zêde nifira li te bikim Tey nekanî tîrî destî, mîratê goştê laşê te bihelê Tu bibî komekî hestî bikevî ber vî destî Eman neman, eman nenman… şewtiyê te me berxê Şêx Bedirê mino…., mi go: bila dil bi dil bê, bila mi go tûrê parsê li mil bê…. De bila xwarina me garis bê, doşeka me erd bê, balfîka me kevir bê Nivîna me esman bê, tavekî rehmeta Xwedê ser serê keleşgewra dilê min hasil bê Eman neman, eman neman, eman nenma… şewtiyê te berxê Gotin û Muzîk: Hesen Cizîrî Herêm: Botan

Bêjebêje © 2015-2024