the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Digerim

By: Ciwan

Hezkirin perê evînê ye Birîna şûra yekemîn e Bêdengiya dilê dildaran e Di nava aloziya gerdûnê de Difikirim, difikirim û jar dibim Difikirim, difikirim û lal dibim Em xwe rizgar bikin yarê min Ev ne gotina xweda ye Ne jî gotina mezinan e Dilop dilop diherike êş û jan Dixwînim, dixwînim û mat dibim Dinêrim, dinêrim û kor dibim Evîn rûbarek e, diherike Xewna evînperestan e Dema demê ye, dema cemê Semahek e li ser asîman Digerim, digerim, sermest dibim Difirim, difirim, sermest dibim

0

Bêjebêje © 2015-2025