Bariş Akkuş
Lo Kuro
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
*Dayê*
Ha yê, da tê Helehût
Bidne mila hezar pût
Ûsiv xalê şale sût
Mecît apê zenderût
Xatûna gunda xaltiya te
Toraq genî meta te
Şimik darik, dayika te
Dayika te bi qurbana te
Lo lo kuro, lo kuro
Par van çaxan tune me
Li ber dara xurme me
Şilyê lê kir, şil nebûm
Zîpkê lê kir, qul(kun) nebûm
Hena serê pîrê ye
Dar-kopalê kalê ye
Tivinga milê babê ye
Şûr-mertalê xalê ye
Le lê qurbana xalê wî
*Baran*
Ji wê da tê ye Helehût
Bidne mila hezar kut
Ûsiv xalê şale sût
Mecît apê zenderût
Xatûna gunda xaltiya te
Toraq genî meta te
Şimik darik, dayika te
Dayika te bi qurbana te
Dayika te bi qurbana te
Lo lo kuro, lo kuro
Par van çaxan tune me
Li ber dara xurme me
Şilyê lê kir, şil nebûm
Zîpkê lê kir, qul(kun) nebûm
Hena serê pîrê ye
Dar-kopalê kalê ye
Tivinga milê babê ye
Şûr-mertalê xalê ye
Lê ez bi qurbana xalê wî
Lo lo kuro, lo kuro
Ji wê da tê ye nur hêşi̇n
Hespe dêle boz hêşîn
Yara'm rind e çavê şîn
Kewa'm rind e çav hêşîn
Dengek tê, deng dereng tê
Ser lêdixe, kevra re tê
Xortan ji mala xalê tê
Delal ji mala xalê tê
Lo lo kuro, lo kuro
Ez bi qurban bim, lo kuro
Rabe kuro, lo kuro
Ez bi heyran bim, lo kuro
Tev hesena şer kiro
Tev memika dev kiro
Sola qulek pêkiro
Taxma hêşi̇n xwe kiro
Ceh, genim tev hev kiro
Pê dewata xwe kiro
Lelê bi qurbana xwe kiro
Lo lo kuro, lo kuro