a photo of Birader

Birader

Ereba min

Ereba min, de lê lê lê yeman Çav reşa minê, yeman Birî qeytana minê, yeman De rabe karîxezala minê, lê lê yeman Cana li ber vî canî Te ez kirim şarekî, şarê eman Gulikê li doram weşiyan Rêşî bi min ve neman Na, na, welleh Te ez kirim kalekî, kalê zemana Bi sîh û sê dirana Diranek di devê min de nema Cana li ber vî canî Te ez kirim baba-derwêşkî Baba-derwêşê şuxlê zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê Sal peqal di xanê binê beriya Mêrdînê Te ez girandim Taqet di çokê min de neman Cana li ber vî canî Te ez kirim masîkî Ji masî yê gola Xelîl û Rehman Ker-bavê, dînê, te ez girtime Berê min dayî sûra bedena Diyarbekirê Çuqas çeqal û peqalê li dora mêrg Ehmedê hebûn Te ez li gişa gerandim Firotin bi tuxtan û bi derheman Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman Ereba min, de lê lê lê yeman Çav reşa minê, yeman Birî qeytana minê, yeman De rabe karîxezala minê, yeman Cana li ber vî canî Bila bişiwite Qenterê xweş Qentere Dîn û bala xwe bidê ser Misaqa jorîn Ser Misaqa jêrîn li himber e Zimanê min qelem e Taximê sîng û berê te deftere We'zê mîna hafiz-qurankî Hafiz-qurankê welî camiya Diyarbekirê Êvara eyda qurbanê hetanê destê sibê We'zê dixwînim û li ezber e Subhan rebîyo ji dana te re Çuqas xeyal û bala xwe'dime deqa Li nav beyna cotê memikê vê karîxezalê Navê 'Allah û Ekber' li ser e Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman Gelî heval û hogira We'zê rokê li sûk û çarçiyê Diyarbekirê Ji xwe re finda-finda di meşiyam Minê dîn û bala xwe dayê Delala li ber dilê min Lawikî xelkê ji alî sûk û çarçiyê Mêrg Ehmedê çawa dihatî Taximê sîng û bera di hejî ya Minê digo we'zê destê xwe bavêjim Gormitikê mila, cotê guliya Ramûsankê jê bistînim Ji taximê sîng û bera hinarê rûya Ê belkî bibe dermanê dilê min û we hemî ya Gavê minê destê xwe avêtî gormitikê mila Cotê guliya Ker-bavê ji min dirêj tir bû bi buhist û çar tilîya Û ezê ne digîhamê Minê korî poşman berê xwe dayê sûk û çarçiyê Merengoza necara bamongl çiya Minê berê xwe dayî dukana Sebrîyê Ewînî Minê digo: "Ho Sebrîyo, ho Sebrîyo, ho Sebrîyo" Lo lo Sebrîyo We'z bi gorî piştî vî emrî we'zê aşiq û sewdalî bûme, perê min tune Tê ji min re çê ke cotekî qap-qap û nalî ser buhist û çar tilîya Sebrî yê Ewînî xortekî xwenda bû, zana bû, jîr û ji derdê dila gelekî fehm dikir Digo lo lo Biradero, malik xerabo, ma îsal, hevqas sal e dest biratîya min û te ji bona çi ya? Wê gavê cotekî qap-qap û nalî ji min re çê dikir ser buhist û çar tilîya Gava minê berê xwe dayî deriyê Mêrdînê Sûk û çarçiyê mêrg Ehmedê Minê dîn û bala xwe dayê Delala li ber dilê min Lawikî xelkê, mîna heykelkî Li cihê xwe sekinî Tev ne dilevîya Gava minê destê xwe avêtibû gormitikê mila Cotê guliya Bejn û bala wê bi ser min de ditewîya Mîna kevankî, kevanê destê balox û çiya Minê devê xwe xistî taximê sîng û bera, hinarê rûya Taximê sîng û berê wê hingî hişk bûn Mîna helawa Entabê bi tevşoyê destê necara ne dişkîya Na na wellah hinarê rûkê wê hingî şêrîn bûn Mîna hingivê Sêrtê bi ser dev û lêvê min de lawikê xelkê de di hilîya Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê YEMAN

Bêjebêje © 2015-2024