a photo of Birader

Birader

Pepûlê

Tu stêrekeke geş e li ezmanê vî gundê me Tu gul nesrînek e li sînga Sîpanê me Tu kenekî xweş e li ser lêvên xewnên me Tu yê evîna dilê xort û ciwanên li vî gundê me Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê Kenên te diçirise li ser pêlên gola Wanê Hestên te dijenin li Zagrosan û li Botanê Evîna te rêz girtî ye ji bona Ehmedê Xanê Tu ye xatûna Kurmancên li vî gundê me Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê Xweşiya kenê te ji dil tê, ji sîngê ye Ew rengê kenê te ji bindestî û ji şermê ye Birader im, te nabînim, tu mîna xewnê ye Tu yî perperîka li ber pencera vî gundê me Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pepûlê! Pe-pû-lê

Bêjebêje © 2015-2024