a photo of Burhan Berken

Burhan Berken

Gulfiroş

By: Ciwan

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî, Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî. Gul bi dil didî. Hebû me yek dil, tev jan û kul bû, Ne bûme bawer, gul bi dil bidî. Gul bi dil bidî. Bazar me kir go, ser bi ser nadim, Ê gulperest bî, can û dil didî. Can û dil didî. Min go kî didî, can û dil bi gul, Go ev bazar e, dil bi kul didî. Dil bi kul didî. Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn, Go ho cegerxwîn, dil bi gul didî. Dil bi kul didî.

0

Bêjebêje © 2015-2025