Cemalê Etem
Ozmano
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
De bi lo lo lo lo lo Ozmano
De gidiyo lawo lo, lo lo bi mêvano
Bîna yarê tê ji xortan e
Bîna başê lo lo, tê ji xortan e
Şivika Ozmên şivşîlan e
Şivika mêvin şivşîlan e
Min girêda heft têlan e
Her têlekî lo lo, heft rengan e
Hespê Ozmên vekişînin
Hespê mêvin vekişînin
Teng û bena bişidînin
Ozmên siyar kin lo lo, neêşînin
Hespê Ozmin bibne avê
Hespê mêvin bibne avê
Teng û benda bidne navê
Ozmin siyar kin lo lo dewsa bavê