Skip to main content
a photo of Çiya Medenî

Çiya Medenî

Çawekem

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Çawekem dû çawî mestit, pirr le sîhr û ciwanîye Pirr şerabî xoşewîstî û areqî yezdanîye Bejn û ballaket nimûney heykelî yonanîye Lar û lencet mosîqaye, besteye, goranîye Her be tenya xoşewîstî şik ebem ey çawekem Serwetim nawê, bizey to ew perrî awatime‌ Gerçî dilldarî le xakî ême da efsaneye Her be tenya bo kesî xawen telar û ’aneye Giyanekem tenya dillî min lew dille şêtaneye Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye Honrawe: ehmed herdî

Bêjebêje © 2015-2026