Ekremo
Keynê
By: diyarovsky 950 BB · Top Contributor
Keynê Keynê Zirav Zirav
Keynê Keynê Zirav Zirav
te kevoka nav çadir a
Keynê nadim bav û bira
Bavo bira li çêtir a
Keynê Keynê Keyna min
Agir berda dilê min
Te qawêta nigê min
Şev û rojê bîra min
Wê Keynê wê ya wê ya
çi gotinê te manê ya
Wa çavê min bejna te ya
ma soza me dilê me ya
Wez bextê dêka te ma
dizkî wera mala me ya
Keynê Keynê Keyna min
Te Qawêta nigê min
Agir Berda canê min
Xwedê te bike rizkê min
Wê Keynê Hanî malî
Esmerê Tara banî (Gund)
de Keynê Hanî malî
te keçîkê Tara banî
hawqa xweda herdû alî
ma te texim ber wî canî
ma şerma xwe te kevanî
de keynê keyna min
agir berda dilê min
Xwedê te bike rizkê min
Rengê te ber çavê min
Keynê dibû serê bana serê bana
şala ba min girana
Xulam lêv û wa zimana
ma gelê gundî û cinara
mala keynê min kîjana
ma derda xema ca zana
de keynê keynê keynê
mêrîk bimrê hazar dênê
keynê keynê keyna min
te qawêta nigê min
tu bi ronîka çavê min
agir histê dilê min
xwedê te bike rizkê min
şevê werê mala min