the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Esker Demîrbaş

Wî Lo Lo

By: Ciwan

Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo , hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo Lê dayê dêranê, ezê Ardaxana şewitî biketama çem û rez e wa mîrata makîne vala, Mala Hecî Miheme rabû berderê fêzê xwar dibeze Heçî serejêr bû li wêrana, wê li Olçekê tekera wê mîratê negirt erdê wergeriyaye gelo Lê birîndarê cenaze kirin xana li merkezê lo Ax de hey lo lo, hey lo lo, birîndara zelûla me hey lo lo ax Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo , hey lo lo Wî lê dayê dêranê, wezê Ardaxana şewitî ketê mij e bi dûman e Li Xwedê îmanê li ecêbê dewrê bistîne Îmana xwe dane li ser malê dinyalikê di peran e Go makîna vala gom hatiye serê çiyayê Bêxayê wergeriyaye Dîsa cenaze birîndar ji xu ra li erdê mane bê xwey e, bê xwedan e Oy oy oy de loy lo, deloy lo, birîndara bavê Mistefê me hey lo lo ax Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo Wî lê dayê dêranê, minê bigota bira li mi nata sira sibê li mîrata bangî çiya Lê cara îcarê bira wezê bala xwe bidimê zehmeteke giran li derê bavê Mistefê li hev civiya Mi go bavê Mistefê gula dîwana ye, mêrê meclîsa ye, dengbêjê welata Giregirê eşîreta top bûne dorê Ax lê zehmeta wî eşayê li hev civiya Mi nizanibû digo îro di ro du şevê bavê Mistefê me temam bû Cenaze bavê Mistefê Ardaxana şewitîi ra hatîye Lê wêrana Xwarzîyanê, nava komê bi xwarziya Wî lê dayê dêranê, te çima ji mi ra nedigo gula dîwana mêrî meclîsa li den- gbêjê welata sewta dengbêja li me biriya Hey lo lo, ax hey lo lo, hey lo lo, wezê birîndara bavê Mistefê me ax Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo Wî lê dayê dêranê, dilêm vê sibengê kînekîn e Li serê dilê mi kul e geleke derda pir birîn e Lê îsal çend salê bavê Mistefê mi li temam bû Wezê çavê serê xwe li gundê Xoçivanê digerînim Lê gula dîwana mêrê meclîsa dengbêjê welata ax lê bavê Mistefê qe navîne Ax de hey lo, hey lo lo, birîndara zelûla me hey lo lo

0

Bêjebêje © 2015-2025