Faris Bavê Firas
Heyva talîya şevê
By: rrr123 21 BB · New Contributor
Heyva taliya şevê
Çû ava ne xwiya ye
Stêrka li ezmana
Ka dosta mi ka ye?
Heyva taliya şevê
Çû ava ne xwiya ye
Stêrka li ezmana
Ka dosta mi ka ye?
Ez nizam ne şiyar e
Gelo yan razaye
Ev çend roj mi nedîtiye
Halê wê çawa ye
Ez nizam ne şiyar e
Gelo yan razaye
Ev çend roj mi nedîtiye
Halê wê çawa ye
Heyva taliya şevê
Çû ava ne xwiya ye
Stêrka li ezmana
Ka dosta mi ka ye?
Heyva taliya şevê
Çû ava ne xwiya ye
Stêrka li ezmana
Ka dosta mi ka ye?
Ez nizam ne şiyar e
Gelo yan razaye
Ev çend roj mi nedîtiye
Halê wê çawa ye
Ez nizam ne şiyar e
Gelo yan razaye
Ev çend roj mi nedîtiye
Halê wê çawa ye
Xwezî te zanîba
Evîna te çi bi min kir
Ez dîn û sewsî bûme
Fehîma wilo li min dikir
Xwezî te zanîba
Evîna te çi bi min kir
Ez dîn û sewsî bûme
Fehîma wilo li min dikir
Xistime nîvê dil de
Derîyê dil li min venedikir
Qîr û gazî û hewar
Ji min re feyde nedikir
Xistime nîvê dil de
Derîyê dil li min venedikir
Qîr û gazî û hewar
Ji min re feyde nedikir
Yan wê te bidine min
Yan talî kuştin e
Evîna te dijwar e
Agir xist dilê min e
Yan wê te bidine min
Yan talî kuştin e
Evîna te dijwar e
Agir xist dilê min e
Êşam pir giran e
Textorê min tune
Dîtna wa çavên reş
Derd û dermanê min e
Êşam pir giran e
Textorê min tune
Dîtna wa çavên reş
Derd û dermanê min e
Heger min zanîba
Min jê hez nedikir
Dilê xwe yî rezîl
Min jê re venedikir
Heger min zanîba
Min jê hez nedikir
Dilê xwe yî rezîl
Min jê re venedikir
Ez mam çerm û gestî
Min wilo li xwe nedikir
Derdekî pir giran e
Hewarê mi çi bi xwe kir
Ez mam çerm û gestî
Min wilo li xwe nedikir
Derdekî pir giran e
Hewarê mi çi bi xwe kir
Ez gelekî diêşim
Qey ti dixwazî min bikujî
Tiştê bi serê min hatî
Bera bê serê te jî
Ez gelekî diêşim
Qey ti dixwazî min bikujî
Tiştê bi serê min hatî
Bera bê serê te jî
Êşa dil bela bû
Gihiştîye heta bi mejî
Kulê min pir gelek in
Hin bibin para tejî
Êşa dil bela bû
Gihiştîye heta bi mejî
Kulê min pir gelek in
Hin bibin para tejî