Skip to main content
a photo of Firat Med

Firat Med

Roboski

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Dayê çi bav in evana bê bav in Xwina me kurda dirêjin pir har in En dawî li gundê Roboskî dayê Balefirê wan mirinê barandin Ser singa welatê'm sînor danîne Vî yalî wî yalî tijî mayîn e Hebûna me kurda li ser vê axê Xewn û xeyalê wan direvîne Dayê çi bav in... (Dîsgotin) Kirine goristan li kurda Kurdistan Ji kolanan da dertên estîyê hûnda Çemê me bi xwînê diherike dayê Armanca wan qirkirina me kurda Dayê çi bav in... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2026