Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gozela Xato

Kal e

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Hey kal e kal e kal e nexweş e kûr dinale Hey kal e kal e kal e nexweş e zef dinale Emrê kalê sed sal e Kalê tirê sî sal e Ev çi kalekî dîn e Dixwaze jinê bîne Kalê simêl henekir Rûnişt diran sedefkir Diranê xwe sedef ke Dewa zewacê neke Dewa zewacê neke Topa ê xwe bela ke Topa ê xwe bela kir Karê daweta xwe kir Kalê rûnêşt şêmikê Dihejîne bêşîkê Hey kal e kal e kal e nexweş e kûr dinale Hey kale kal e kal e nexweş e zef dinale

Bêjebêje © 2015-2026