Hunergeha Welat
Gujje çemê me
By: Ciwan
Biska bade hevalê
Keziya te çemê Firat e
Çi beroj e, eniya te
Ha li pirê ke kefiya xwe
Nexşê wê li ba ke
Wan neyaran bela ke
Biska bade hevalê
Keziya te çemê Firat e
Çi beroj e, eniya te
Ha li pirê ke kefiya xwe
Nexşê wê li ba ke
Wan neyaran bela ke
Pira me ye û çemê me ye
Û şetyanê wan rondikan
Bila kelek bighê wara
Gurr e, çemê me
Pira me ye û çemê me ye
Û şetyanê wan rondikan
Bila kelek bighê wara
Gurr e, çemê me
Beden dan ber bendava
Çelengo, lo hevalo
Qaç kir keriyê keftara
Bejnên merda mertal e
Nêvtenga zer du ta ke
Wan kelaxan bi nav ke
Beden dan ber bendava
Çelengo, lo hevalo
Qaç kir keriyê keftara
Bejnên merda mertal e
Nêvtenga zer du ta ke
Wan kelaxan bi nav ke
Pira me ye û çemê me ye
Û yan hebûn e, yan neman
Wan hevalan çog girêdan
Gujj e, çemê me
Pira me ye û çemê me ye
Û yan hebûn e, yan neman
Wan hevalan çog girêdan
Gujj e, çemê me
Birîna te çîçek e
Bîn benavê, hevalê
Dil sîbera mala me
Keça daykê bilîlîne
Van dêwan dagerîne
Kesî me ji pêv we nîne
Birîna te çîçek e
Bîn benavê, hevalê
Dil sîbera mala me
Keça daykê bilîlîne
Van dêwan dagerîne
Kesî me ji pêv we nîne
Pira me ye û çemê me ye
Û şetyanê wan rondikan
Bila kelek bighê wara
Gurr e, çemê me
Pira me ye û çemê me ye
Û şetyanê wan rondikan
Bila kelek bighê wara
Gurr e, çemê me
Ji nêv pêla wê xwînê
Roja xayina wê bê
Wê bên meydana tolê
Li pey soza van çav reşa
Li pişta nifşê camêran
Me xwe ragirt, hevalo
Ji nêv pêla wê xwînê
Roja xayina wê bê
Wê bên meydana tolê
Li pey soza van çav reşa
Li pişta nifşê camêran
Me xwe ragirt, hevalo
Pira me ye û çemê me ye
Û yan hebûn e, yan neman
Wan hevalan çog girêdan
Gujj e, çemê me
Pira me ye û çemê me ye
Û yan hebûn e, yan neman
Wan hevalan çog girêdan
Gujj e, çemê me