Ismaîl Sabûrî
Gerdelûl
By: Shahan175 223 BB · Regular Contributor
Rojgarêkî çend tarîke,
şar hewrî rreş daypoşîwe.
Tenîya tirûskey hîwayek
rrûnakî be şar bexşîwe.
Şewan be dîyar çawanî to
em xake wa êşig degirin.
Her bo xoşewîstî êwe,
goranî ellêm ta emirim.
Hey nîştîman, xot ezanî
yekem hengaw çende sexte.
Min rêbûarî ew hengawem.
Rêga'ş bestelleke û sexte.
Çawekanim, xoşim ewên
her be çeşnî nîştîmanim.
Be ewîn û 'eşqî êwe,
mana nabexşê jiyanim.
Kê etwanê 'eşqî xakim
le roĥim ciya bikatewe?
Ke dûa car,
tenîya em xake
amêzim bo bikatewe.
Memrrencêne kwa dillî min
hî zîz bûne, hî rrencane?
Hogirit bûm key etwanim
bê bînînit bijîm giyane?
Dillim pirre min emewêt
zor şit billêm û natwanim.
Le bas kirdin naye hergîz
zamekanî nîştîmanim.
Rojgarêkî çend tarîke,
şar hewrî rreş daypoşîwe.
Tenîya tirûskey hîwayek
rrûnakî be şar bexşîwe.
Şewan be dîyar çawanî to
em xake wa êşig egirin.
Her bo xoşewîstî êwe,
goranî ellêm ta emirim.