Kawa
Ez û tu
By: Ciwan
Çima qet nakenin, ew çavên reşbelek
Pir dixwazim zeriyê, ez û tu bibin yek
Çima qet nakenin, ew çavên reşbelek
Pir dixwazim zeriyê, ez û tu bibin yek
Bila bela bikeve derê Beko û fesadan
Zeriya min xeyidî, deriyê dil li min dada
Bila bela bikeve derê Beko û fesadan
Zeriya min xeyidî, hey wax, deriyê dil li min dada
Neçe zeriyê, neçe oy oy oy, ey yeka bi tenê
Heyrana bejina te, xala li gerdenê
Were zeriyê, were oy oy oy, ey yeka bi tenê
Ez dildarê te me, xala li gerdenê
Qeder ez kişandim, nava çerxa felek
Wek destar dihêre, canê min, dunya min bûye teng
Qeder ez kişandim, nava çerxa felek
Wek destar dihêre, canê min, dunya min bûye teng
Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe şabin
Nîvê emrê min çû, lê ez mame dereng
Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe şabin
Nîvê emrê min çû, lê ez mame dereng
Neçe zeriyê, neçe oy oy oy, ey yeka bi tenê
Heyrana bejina te, xala li gerdenê
Were zeriyê, were oy oy oy, ey yeka bi tenê
Ez dildarê te me, xala li gerdenê
Ez bûme serxweşê, wan çavên tey reş
Bê te ez nexweşim, ey zeriya rûgeş
Ez bûme serxweşê, wan çavên tey reş
Bê te ez nexweşim, ey zeriya rûgeş
Xerîb warim hêlîn sarim, bi dûrketina te
Kesera canê min, heyrana bejina te