a photo of Kemal Zinar

Kemal Zinar

Karxezal

By: Ciwan

Karxezalê çi li min kir Jar û reben hîştim li vir Penaber im ber wan çavan Ez ketime nava agir Guliyê pora dirêj e Dilê’m pê re dil diavêje Avazek tê dilê min Her tim bi jan û xem dibêje Karxezalê çi li min kir Jar û reben hîştim li vir Penaber im ber wan çavan Ez ketime nava agir Tu wek xewnê şevan î Li nav dilê min mêvan î Ez bi nalîn û havar im Ma tu halê min nizanî Karxezalê çi li min kir Jar û reben hîştim li vir Penaber im ber wan çavan Ez ketime nava agir

0

Bêjebêje © 2015-2025