Koma Agirî
Şehîd namirin
By: Kaktûs 20 BB · New Contributor
Tirbespîya rind û ciwan tijî qehreman da Kurdistan. Yekîtîya li Tirbespîyê şehîd derket bi xwediyê
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin
Heval Xebat xebata xwe ketiye dilê gelê xwe raman û fikrê partiyê derket Xebat li ser çîyê
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin
Heval Feqî pola û hesin di dilê me de pir mezin. Hezara keç û xortên me li pey şopa te dimeşin.
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin
Heval Nezîrê dilovan tu ji me re bûyî rêzan
Ji bo serxwebûna Kurdistan te peyda kirî dil û can
Heval te ba kir û digot şehîd namirin şehîd namirin namirin
Heval Evdî jîr û zana mêranî da dil û cana. Ji bo serkeftina gelê me şehîd bû ji destê nezana
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin
Heval Mehmûdê qehreman şoreşgerê roja giran
Xwîna xwe ser xakê danî ji bo rizgariya me Kurdan
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin
Tirbespîya rind û ciwan tijî qehreman da Kurdistan. Yekîtîya li Tirbespîyê şehîd derket bi xwediyî
Heval te ba kir û digot, şehîd namirin şehîd namirin namirin