Koma Avesta
Kirasê sor
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Ji bo xwedê tu li xwe neke kirasê xwey sor
Ji ber derîkê mer, lê lê nere jêr û jor
Li ser dilê min vênexe, agirekî sor
Derd û kulê vê dinyayê, li min têne zor
Li ser dilê min vênexe, agirekî sor
Derd û kulê vê dinyayê, bi min têne zor
Ji sibe heta êvarê li benda wê me
Ez dixwazim te bibînim, bi hesreta wê me
Xelk û alem tev dizanin ji bo te mirî me
Birîna min, bi şev û rojê, ji bo te bigirî me
Xelk û alem tev dizanin ji bo te mirî me
Birîna min, bi şev û rojê, ji bo te bigirî me
Roj di min gerîya yarê, nizanim çi bêj im
Fîstanên teyê sor dibînim serxweş û gêj im
Bûme wek şalûl û bilbil, li ser te dibêjim
Hêsrên çavên min, tev xwîn tê, ji bo te dirêjim
Bûme wek şalûl û bilbil, li ser te dibêjim
Hêsrên çavên min, tev xwîn tê, ji bo te dirêjim
Ji ber derîkê mer, lê lê, çû ser kanîyê
Fîstanên sor li bejnêye weke horîyê
Min go delala li ber dilan, tu yara kêye?
Go hivde pismamê min hene û da girîye
Min go delala li ber dilan tu yara kêye?