Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Demek Kevnare

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Demek ji demên kevnare hê înternet ne bû Li zozanên laleşî xwezayek bedew hebû Li ber çîtan meta xezal teşî di destande Li wan çiyan dinêrî bi wan çavên kevnare Ez jî hebûm du hêkên diziyê di lepê min de Lê zarok bûm li dû nepena hêlîna kîvroşkê Ez azad bûm di nav bêhna xwezayê de Bê derew bûm ez jî hebûm Neha nizanim neha nizanim Neha nizanim çawa ye Lê dizanim lê dizanim Dizanim ku xelasî xweza ye

Bêjebêje © 2015-2026