a photo of Koma Rojhilat

Koma Rojhilat

Mezrabotan'im ez

By: Ciwan

Mezrabotan'im Ez! Qerîna sê hezar salan veşartîye di dergûşan zarokên min de Sê hezar sal e; siya xençerê li ser dergûşa zarokên min, li ser bêdana min Sê hezar sal e gulle dibarînin li ser dergûşa min Sê hezar sal e zarokên min di dergûşa xwe de bi mayinan re radizên Divê bitirsin! Ma çend caran serî hil didin ev çiya? Ma çend cara tên qir kirin egîtên me? Xwîna ku ji kezeba me tê diherike çend buhara? Ferat, Dîcle, Mûnzûr, Xêzil... Ku hêjî bi ava berfa çiyayên pîroz ne coşîya bu Zarokên me yên dergûşe, ku çavên wan ên wek rojê hêj dinyayê nas nedikirin Çend caran rastî diranên dijminên xwînxwar hatin? Divê bitirsin! Mezrabotan'im Ez! Dîrokim Ez!! Ji axîyan disefînim sebra xwe, Di her şevê zilmê de Em rûyê xwe didin berbanga şefeqê Divê bitirsin! Min Mazluman mezin kir di dergûşa xwe de! Bi hevî, bi hesret! Divê bitirsin! Porê Egîda şeh dikim li Gabar! Divê bitirsin! Ji tîrejê, ez bum per ji Berîtane ra! Roja ku Zinarên îxanete ji nav gelê xwe avêt Divê bitirsin! Min nedihişt xwinxwarên herî mezin jî! Dest bavêje yek têlekî porên te Zîlana min bûye Komandan ji Şehîden me re! Ji nûra her du çavên me re!! Divê bitirsin! Mezrabotan'im Ez! Dîrokim Ez!! Ji axîyan disefînim sebra xwe, Di her şeva zulmê de Ez rûyê xwe didim, Ez berê xwe didim berbanga şefeqê Kurdistan'im, ez Welatê rojê me! Ferat û Dicle û Mûnzûr û Xêzil Ronîya serhildanê, Arteşa tolhildanê Rêberê me tîrêja hemû cîhane!

0

Bêjebêje © 2015-2025