Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mihemed Taha Akreyî

Kiçê canê

By: Ramin Ergoshi 332 BB · Regular Contributor

Keçê canê, li ser xatra te Her ro(j) ez dihême mala te Dil ji eşqa te rahate Keçê canê, keçê canê Keçê canê, te bernadim Te bi hemî dinîyayê nadim Bi eşqa te zor dilşadim Keçê canê, keçê canê Min divêtinê dû hawser bîn Dû merar û dû gewher bîn Rêk û pêk û ser û ber bîn Keçê canê, keçê canê Min divêt buk û zava bîn Bu êk ronahîya çava bîn Şerbeta li ser lêva bîn Keçê canê, keçê canê Keçê li ser te di cengim Kotek aza me, bi sengim Xudan mêjoyeka şengim Keçê canê, keçê canê Bes bi bêje te çi divêtin? Rast û çep dê bo te hêtin! Aqilmendim, ne ez şêtim Keçê canê, keçê canê Keçê canê, li ser xatra te Her ro(j) ez dihême mala te Dil ji eşqa te rahate Keçê canê, keçê canê Keçê canê, te bernadim Te bi hemî dinîyayê nadim Bi eşqa te zor dilşadim Keçê canê, keçê canê Keçê canê, keçê canê Keçê canê, keçê canê Keçê canê, keçê canê

Bêjebêje © 2015-2026