Skip to main content
a photo of Mehmûd Berazî

Mehmûd Berazî

Siwar hatin ji zozanan

By: Enomenal 75 BB · Contributor

Nav çiya û zinaran Pey dilê kovî mame Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan Deşta dûr pir dûr e Li rojava destara Derdan e hêviya min dîtinek bû Ji vê refê neqetiyam tevlî wê, firiyam Wek koçeran geriyam bin, baranê de Henasê min bi vedeng e Gava min bê deng e Mêwa giyanê min lal e Siwar hatin ji zozanan Girtin serkêşiya dîlanan Desmala rengîn destana Mijê hey baranê Dotmaman xwe hilba kirin Pispaman çog nîvçog kirin Desmal dane destê xalana Pûkê hey leylanê Rê kor e û pir sar e Heyv li jor mat maye Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam Hespê boz dijene Ber bi jora jor ve Nav ewrên giyanan de dinhêre Destê min ji te nabe Lê pir pir dereng e Ji te re malekê ji kevrokan ava dikim Deriyê wê şilêr be Banê wê morîk be Çira wê pêjna te Destê min ji te nabe (Siwar hatin ji zozanan) Lê pir pir dereng e (girtin serkêşiya dîlanan) Ji te re malekê ji kevrokan avadikim (desmala rengîn destana mijê baranê) Deriyê wê şilêr be (dotmaman xwe hilba kirin) Banê wê morîk be (pispaman çog nîvçog kirin Çira wê pêjna te (desmal dane destê xalana Pûkê û leylanê)

Bêjebêje © 2015-2026