a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Li Ser Çavan

Diniqute katjimêrek Dadinisile li kefa destan Tingîniya bendemayînê Ditevizîne dengê newalan Meteloka perperîkê Serpêhatîyek ji hazirîyan Ji kerbê rêyan ji kerbê salan Ka were zerî li ser her du çavan Dengê qulingekê tê Ji banên Mêrdînê Bêhna berfê tîne ji zozanan Xwedê zane te jî dil heye Bibe tava li hembêza min Ka were zerî li ser her du çavan Diniqute katjimêrek Aş nabe dilê evîndar Hiş bûye lê aş nebûye dil Dike şivantîya hêvîyan Êvareke înê Di destê min de qevdek nêrgiz Min xwe daye devê rê Bi hesreta wan çavan De tu werî dîtina min Dest werde li birîna min Ji bo xatirê yek miletî û çar zimanan

Bêjebêje © 2015-2024