Mem Ararat
Rindê
By: Ramin 20 BB · New Contributor
Ji pirsên sitûr
Ji gotinên bi bar
Bi ruhê westîyayî
Ji taqetê bê par
Bi sebra Eyûbê
Kû kurma, ew xwar
Hatim gihîştim peravên te rindê
Bûme keştiyarê
Rizgarbûyî ji bayê
Ji sermayê
Ji berfê rindê
Hevalê hevalê, hevala min
Şirînê delalê, were ba min
Herdeman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zeman hebin
Hevalê hevalê, hevala min
Şirînê delalê, were ba min
Herdeman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zeman hebin
Ji bêhna agir
Ji bêhna sincê
Ji bêhna benîştê
Li nav dara kajê
Ji bêhna nêrgizên
Bexçê jiyanê
Tu hatî, tu tê
Li ser çavan rindê
Li ser herdu çavan
Li ser seran rindê
Li ser herdu çavan
Li ser seran rindê
Hevalê hevalê, hevala min
Şirînê delalê, evîna min
Herdeman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zeman hebin
Hevalê hevalê, hevala min
Şirînê delalê, were ba min
Herdeman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zeman hebin