a photo of Mihemed Afşar

Mihemed Afşar

Îro Ji Derba Xencerê

By: Ciwan

İro ji derba xencerê lazim bi êşan î mella Teşbîhê zulfa dîlberê zanim perîşan î mella Zanim perîşan î ji dil bê hed bi êşan î ji dil Teşbîhê burayan î ji dil billeh ne insan î mella Billeh çi teb et adem î yekser dibêm yek alem î Deryayê qaf û qulzem î yan çerxê gerdan î mella Ya reb çi wê mihnet kêş î ser ta qedem têk atêş î Mecruhê qewsê tuzreş î lew dil bi peykan î mella Zanim ji eşqê dojeh î behrek ji narê asih î İro li mahê xergeh î teşbîhê seywan î mella Ev sîneya wek nay û ney pur lê kişandin dax û key Hê dil bi naehlan didey ya reb çi nadan î mella

0

Bêjebêje © 2015-2025