a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Bilind e bejn û bala te

Bilind e bejn û bala te Li ser taca te esman e Bilind e bejn û bala te Li ser taca te esman e Kitanek reng sipî dayem Kitanek reng sipî dayem Li serê zozan û sîpan e Li serê zozan û sîpan e Li jorê kanî û cobar Wekû hêstir dibarin xweş Li jêrî te dibînim ez Li jêrî te dibînim ez Buhuşt û bax û bistan e Buhuşt û bax û bistan e Kirasek etlesên kesk e Bi reng rojê roje nexşîn e Kirasek etlesên kesk e Bi reng rojê roje nexşîn e Li bejna te dibînim xweş Li bejna te dibînim xweş Bi surme û şal û Mitan e Bi surme û şal û Mitan e Çi reng şêrîn e, yara min Şepal û nazik û şûx e Çi reng şêrîn e, yara min Şepal û nazik û şûx e Ferat û Dicle û Xabûr Ferat û Dicle û Xabûr Bi ser bejnê de berdane Bi ser bejnê de berdane Ji xwîna min tu lêv sorî Ji bîna min gula corî Ji xwîna min tu lêv sorî Ji bîna min gula corî Tenê min bazinên zendên Tenê min bazinên zendên Te zincîrên di lingan e Te zincîrên di lingan e Bilind e bejn û bala te Li ser taca te esman e Bilind e bejn û bala te Li ser taca te esman e Kitanek reng sipî dayem Kitanek reng sipî dayem Li serê zozan û sîpan e Li serê zozan û sîpan e

Bêjebêje © 2015-2024