a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Dilvîna min

Min canê dît, bi çavêt zil Min yarê dît, bi dilê kul War û hêlîn, bûne kavil Min tu hêlayî Belê ne j'dil Dilvîna min Dilvîna min Ji nav baxî ez, hatime çinîn Dûr ketim ji, warê şêrîn Kilêz bit jî, nabe hêlîn Bê awaz û, cejn û narîn Dilvîna min Dilvîna min Bigrîm bo xo, ya jî bo te Li ser xo ra, sotim bo te Bigrîm bo xo, ya jî bo te Li ser xo ra, sotim bo te Sûnd bi kavl û wêranya te Dîlber nadit evîna te Dilvîna min Dilvîna min Qalka zika her bihilavê Berba çûye ber barovê Qalka zika her bihilavê Berba çûye ber barovê Şerme li testûrî ravê Du car bikevî yek davê Dilvîna min Dilvîna min Kaniya te av jê fîrkirî Te nedizanî ya dafkirî Kaniya te av jê fîrkirî Te nedizanî ya dafkirî Te girêdan çav û burî Xewn bû go tu ser da birî Dilvîna min Dilvîna min Were guh bide vê behstê Ezê dijîm çerxa bîstê Were guh bide vê behstê Ezê dijîm çerxa bîstê Ger liv livîm dibên rast e Ger nexweş bûm ketme xestê Dilvîna min Dilvîna min

Bêjebêje © 2015-2024