a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Gundê fila

Ez çûm serdana gundê fila Canek min dî li min hila Ez çûm serdana gundê fila Canek min dî li min hila Ez bê tirs û pirs çûme sila Awir vedan, gotî bela Ez bê tirs û pirs çûme sila Awir vedan, gotî bela Wê delalê sebera dila Serxweş kirim, hal ne hêla Wê delalê sebera dila Serxweş kirim, hal ne hêla Bû şeqşeqa dest û tila Mar di reqisîn li ser mila Bû şeqşeqa dest û tila Mar di reqisîn li ser mila Wê periya ser çeqila Bê hiş kirim ji maç û zila Wê periya ser çeqila Bê hiş kirim ji maç û zila Pêta evîna sor gula Avête cergê bilbila Pêta evîna sor gula Avête cergê bilbila Piştî cenga til û cila Destê min çûne ser mila Piştî cenga til û cila Destê min çûne ser mila Şebnem li sorgulê şêla Dest û hinav ketin pêla Şebnem bi sorgulê şêla Dest û hinav ketin pêla Ez çûm serdana gundê fila Canek min dî li min hila Ez çûm serdana gundê fila Canek min dî li min hila Ez bê tirs û pirs çûme sila Awir vedan, gotî bela Ez bê tirs û pirs çûme sila Awir vedan, gotî bela

Bêjebêje © 2015-2024