the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirady

Xwezî Min Nedîta

singê xwe dispêrim du xenceran dilê xwe dibijînim bijankan destê xwe digerînim si nava pêsîran di nava qolincan de morîkên winda xweî min nedîta, xwezî min nedîta teyê guliyê xwe berdaya çavên te ji min re dibin derya keştiya xwe tê de bêserî berda masiya mehra min û te bibiriya wê çaxê ez ê ji kêfa bifiriyama li çoleke beyar tê de tijî ne marên teyar tu carî nemîne, nemîne bêyar mirov ji tenêtiyê dibe kuçikê har

Bêjebêje © 2015-2024