Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirov

Germegerm

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Ez bibim stêrk Ji ewr bikevim Li ser singa te ya germ Ez bibim zarok Tu şekirê mêra bide min Vê roja îdê Rojek ji nava rojê Ez mêşin im li mer'ê Satil di milê te de Ka were min bidoşe Ez bibim kosî Li ber derê hewşa we Tu min biqelibîne Ez bibim herî Tu bi min bileyize Ji xwe'r maloka çê bike Rojek ji nava rojê Ez mêşin im li mer'ê Satil di milê te de Ka were min bidoşe

Bêjebêje © 2015-2026