Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mirov

Min û Te

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Ka bikene keçika por xweşik Ez hinekî bijîm, hinekî paqij Destên xwe bide Destê min ê gemar Porê xwe bide Porê min ê zarî Destên xwe bide Destê min ê gemar Pişta xwe bide Pişta min a sêwî Em herin Em herin, em herin Em herin kesek tune Li benda me bisekine Em herin, wa tenêtî Li benda min û te ye Li benda min û te ye

Bêjebêje © 2015-2026