Skip to main content
a photo of Murad Demir

Murad Demir

Ey welat

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Ey welat im can bi gorî gazina te ji min nebî Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reş in Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me Qebqeba dengê ribat im ku li ser şax û çiya Totiyê kohê Metîn im bazê Hekarê te me Şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê te me Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema Ez dîrokê ser devê milet û komarê te me Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê te me Perdê tenbûra şivan im her yek hawakî didî Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê te me Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema Şapik û şal im li bejna canfîdakarê te me Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez Dengê sazê cejnê Newroz im di avdarê te me

Bêjebêje © 2015-2026