Skip to main content
a photo of Murad Demir

Murad Demir

Gava çûnê

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Te agir berda dilê min hestî li min bûn rejî Tarî kirin hinavêt min ma ne guneh im ez jî Wextê destêt xwe dihejînî sîrsîra bazingan e Ew sedayê wan bazingan bo Mirad xweş stran e Gava çûnê nîne wer sîngê min nede ber kêra Heke tu biçî bila bibînin çawa ye girîyê mêra Bêhna xuha te xweştir e ji bêhna axa nîsanê Jaro wezo te ez hêlam ka ew bêhna xweş kanê Çavêt te yêt rengê Zê diden, sûlav bûn bo min sûlav Ew sûlav bûne gerav wez xeniqandim mam binav Gava çûnê nîne wer sîngê min nede ber kêra Heke tu biçî bila bibînin çawa ye girîyê mêra

Bêjebêje © 2015-2026