Skip to main content
a photo of Murad Demir

Murad Demir

Gulberoj

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Silav bo te zera min Silav gerdenzera min Çend çivîkan dendik ji te xwarin gulberoj... Çend çivîkan dendik ji te xwarin… Berê xwe nede erdê gulberoj berê xwe nede erdê Pelên te weşîyane Bê av in tev zuha ne Li nav xwelîyê kulîlk şîn nabin gulberoj Li nav xwelîyê kulîlk şîn nabin Berê xwe nede erdê gulberoj berê xwe nede erdê Ji bo min gorekê çêkin Bikolin û min binax kin Cangorî me da tu şîn bibî gulberoj Cangorî me da tu şîn bibî Berê xwe nede erdê gulberoj berê xwe nede erdê

Bêjebêje © 2015-2026