Murad Demir
Rabe dilo
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Rabe dilo em ê bar kin
Herin ji vî erdî
Ew çiraya li me tarî bûy
Hil kin carek dî
Şitlê jînê dîsa biçînîn
Şîn kin li axek dî
Tu bimînî jî ez ê herim
Biçim jiyanek dî
Neşêm herim
Ax û eman ji vî derdî
Ax ax û eman ji vî derdî
Ma qey mirî distrên?
Va ye ez dibêjim
Dil vemirî û laş bê rih e
Çi bo kê dibêjim
Ax û eman ji vî derdî
Ji vî derdî