Skip to main content
a photo of Murad Demir

Murad Demir

Rêya evînê

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Rêya evînê dirêj e bi serê te kem Heke tu rêwî bî da xwe gorî te bikem Bo te hemî meht û pesin Gotinêt şa’êrêt mezin Ey qibleya delaltîyê Sebeba vê sermestîyê Rêhevalê te her ez im Dê tu rabe li halê min binêre ka ev çi hal e Dê tu rabe li halê min binêre ka ev çi hal e Gulşêrînê ji Çelê ye nevîya felan e Ey hewar çenda can e rind e delal e Li ber vê şirînîya wê şekir jî tal e Dema kirasê Kurdî li xwe diket dibim dîn û dîwane Dê bêje ka ev çi hal e Gulaliyêt xwe berde ku ew xencer in Li dilê min bialîne bo min hemî şerim Were hembêza dilê min Bike cinnet hundurê min Ey wateya xweşiktîyê Rûmeya vê serxweşîyê Şermînê vê şermê ez im Dê tu rabe li halê min binêre ka ev çi hal e Dê tu rabe li halê min binêre ka ev çi hal e Gulşêrînê ji Çelê ye nevîya felan e Ey hewar çenda can e rind e delal e Li ber vê şirînîya wê şekir jî tal e Dema kirasê Kurdî li xwe diket dibim dîn û dîwane Dê bêje ka ev çi hal e Wextê te li stûhê xwe kirî zincîreka zer Û berdaye ser sîngê xwe bişkoka nezera Suryaniyan Û te li xwe kiribû kiras û fîstanêt sor Te digot ez ê bime bûka Culemêrgiyan Hey dê rabe rojê Rojenê Nazdarê şêrînê rûkenê Nê bi sê Qur’an û Incîl û Tevrat û Zebûran (bi)kem Tu bes carekê bikenî Dê qurbana awirêt te kem Vî can û rih û bedenî

Bêjebêje © 2015-2026