Murad Demir
Şêrgele
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Nizanin asîman çi ye bi rojê stêrka dihejmêrin
Bi hubrê sor û pênûsê xwe di nav daristanê da şêr in
Rê û rêbaza ew dizanin herkes zîv e bes ew zêr in
Ne ne li wan nîne li wan nîne sêhra hezkirinê
Westayî ne, taqet nîne ji bo avakirinê
Di mejiyê wan da zelzele, befr û baran têkel e
Bi kurr û şêlê kelha çêdiken ew mîr in xelk e emele
Reş in û behsê spî diken spî jî reş diken ew şêrgele
Ne ne li wan nîne li wan nîne sêhra hezkirinê
Westayî ne, taqet nîne ji bo avakirinê