Skip to main content
a photo of Murad Demir

Murad Demir

Şingal

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Hewar, hewar Ew çavsorêt rûtenî Leş sax e belê rih genî Şûrên xwe bi xwînê jenî Ser jê kirin ji enî Eziyet li xamaya kirin Hêj tifal zikgiran kirin Kuştin an berze kirin Ka ev hale xweştir e an mirin? (Ez çu caran namirim) Însano rabe li dîrokê Binêre ka ez kî me Çend car ketim lê rabûm Ez im ez Şengalî me Tovê jiyanê yekem Min avête ser axê Min got ez behsa xwe nekem Pê li birîna’m kir bi daxê Xatûna Fexra me ez Dayik im bo cîhanê Şîr im li devê zarokan Dîrok vê baş dizanê Tav im ez li ser erşê Nefertîtî, diçirisim Çira me bo tariyê Ji bo ronahîyê xwe disojim Bi lez hatin û bi rev zivirîn Kurdan parast cîhan ji wan Jinên Kurd li wan bûn birîn Bi zarok bi pîr û bi ciwan

Bêjebêje © 2015-2026