a photo of Nasir Rezazî

Nasir Rezazî

Bargey Xemim

By: Ciwan

Bargey xemim helgirt û hatim berew şarekem Bargey xemim helgirt û hatimewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bargey xemim helgirt û hatimewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bo baweşî be sozî dayike dil sûtawekem Takû bizanê çende be so ye azarekem Be so ye azarekem Hatim wekû şemalêk çil û gela bidwênim Payîzî xerîbî dil be carê helwerênim Hatim wekû şemalêk çil û gela bidwênim Payîzî xerîbî dil be carê helwerênim Ke min nimey baran bim êweş awêney baxmin Herçende lêtan dûr bim henisk û ahî naxmin Ke min nimey baran bim êweş awêney baxmin Herçende lêtan dûr bim henisk û ahî naxmin Bargey xemim hellgirt û hatimewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bargey xemim hellgirt û hatimewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Dillim pirsexane ye, serim befrî zistane Hemîşe xem le çawme, balatirîn mîwane Dillim pirsexane ye, serim befrî zistane Hemîşe xem le çawme, balatirîn mîwane Wek balendey lanewaz terew bê nawnîşanim Çend şîrîne ke delêm min xelkî Kurdistanim Çend şîrîne ke delêm min xelkî Kurdistanim Dillim pirsexane ye, serim befrî zistane Hemîşe xem le çawme, balatirîn mîwane Wek balendey lanewaz terew bê nawnîşanim Çend şîrîne ke delêm min xelkî Kurdistanim Wek balendey lanewaz terew bê nawnîşanim Çend şîrîne ke delêm min xelkî Kurdistanim Min xelkî Kurdistanim

0

Bêjebêje © 2015-2025