a photo of Rojda

Rojda

Xerîba Beyanî

Xerîb gotegot e.. Cotyar çûne cot e Xerîbê kember difrote Oy oy li min xerîbê.. Bê tal û nesîbê xwedê neke kes xerîbê Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got Min ji ciwanîya xwe xêr nedît Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê Xerîba beyanî.. Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Xwe heram kir nanê bavê Xerîba xwedê yo.. Ber bergê rojê yo Hesreta dayik û bavê yo Xerîba beyanî.. agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî Herêm : Sêrt Gotin muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024