Skip to main content
the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şehîd Argeş

Heftanîn

By: Dilabaz 25 BB · New Contributor

Hatina wek pêlên Xabûr Heftanîn nav ser axên çûr Bûn Firat ji bo başûr, bakur Heval Merwan, li gel Şêxmûs Bûn Firat ji bo başûr, bakur Heval Merwan, li gel Şêxmûs Heftanîn, bi heft reng e Gelek bi nav û deng e Her dem ew qada ceng e Ew ji me re bihuşt e û şeng e Her dem ew qada ceng e Ji dijmin re, gora teng e Girtin dîlan deryê dawetiyan Şer xweş kirin li geliyê pisaxan Dan ber xwe pera şeşdaran Bûn kulilk sîn bûn li gel gulan Dan ber xwe pera şeşdaran Heval Ferhad li geliyê awazan Heftanîn, bi heft reng e Gelek bi nav û deng e Her dem ew qada ceng e Ew ji me re warek şeng e Her dem ew qada ceng e Ji dijmin re gora teng e Destê me li ser kêlê wan Em sûnd xwarin bi serê wan Nobedarê, goristanê wan Ew rêber in, em şagirtê wan Nobedarê, goristanê wan Heval Mahîr, Kemal, Bêrîvan Heftanîn bi heft reng e Gelek bi nav û deng e Her dem ew qada ceng e Ew ji me re warek şeng e Her dem ew qada ceng e Ji dijmin re gora teng e

Bêjebêje © 2015-2026