a photo of Seyda Perînçek

Seyda Perînçek

Arîn Mîrkan

By: Ciwan

Arîn Mîrkan danî li ber DAEŞê 'kebî' Kobanê azad kir, bi bedena xwe ya şêrîn Nexşeya Kurdistan çêkir bi tîpên zêrîn Dengê kurd bilind kir, mezin kir raperîn Jina kurd çeleng e, dişkîne bend û qeydan Di dilê neyar de, dibe agir û tofan Nekuştin û mirin, mebesta wan e jiyan Mînak e Bêrîtan Şehîd Sema û Zîlan Kobanî bernedan, ji canan bend çêkirin Ji xewna mirinê, mirovahî rakirin Agirê azadiyê, li cihanê gur kirin Hovitê mirandin, koletî dîl kirin Jina kurd çeleng e, dişkîne bend û qeydan Di dilê neyar de, dibe agir û tofan Nekuştin û mirin, mebesta wan e jiyan Mînak e Bêrîtan Şehîd Sema û Zîlan

0

Bêjebêje © 2015-2025