Seyda Perînçek
Berxo
By: Ciwan
Rengê baxçê dilê te
Bi azadî dixemile
Rê dûr e, dişewtîne
Jiyan bûye, ji agir e
Çemê Dicle di ale
Berxê'm li ber dinale
Dojeh bi te bû bihuşt
Hemû demsal bihar e
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Agirê li ser jînê
Xwîn kelîya bi kîne
Dengê Berxwedan, heval
Çiyayê Licê dihejîne
Heftê Adar qada şer
Govend xweş bû, ka binêr!
Rabe kekêm Berxwedan
Êşa dilan bide der
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Bang dikim çiya û banî
Heval Nalîn tu kanî?
Rûpelên ji agirê şevê
Li nav dîrokê xwe danîn
Heval Sefqan li qadê
Tîna xwe dide rojê!
Licê dengê xwe rake
Ka kulîlkên vê dozê?
Heval Zîlan li qadê
Tîna xwe dide rojê!
Licê dengê xwe rake
Kanîn kulîlkên dozê?
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo berxo, berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min