a photo of Seyda Perînçek

Seyda Perînçek

Ne Xema Yarê ye

By: Ciwan

Min dilê xwe dayê Dibêm were nayê Ev can ketîye tayê Ne xema yarê ye Ez diqîrim Sema Bese emrê min nema Bûm lîstoka dîna Dil bû behra xema Hey zalimê Sal çûn hên li pê me Ne kevirê sebrê me Ez ketîyê wê me Ne xema yarê ye Ez mirîyê wê me Ne xema yarê ye Bûm çûkê li ser dara Baskê min birîndare Seydvan go?tê min xware Ne xema yarê ye Ez diqîrim Sema Bese emrê min nema Bûm lîstoka dîna Dil bû behra xema Hey zalimê Mizgîn bidin derdê Devêm ketîye axê Min vesîyet navê Ne xema yarê ye

0

Bêjebêje © 2015-2025