a photo of Şeyda

Şeyda

Evîna te

Heger jiyan bibe derya Evîna te bi min pêle Evîna te bi min pêle Evîna te bi min pêle Heger viyan bibe tembûr Evîna te li ser têle Evîna te li ser têle Evîna te li ser têle Heger buhar bin ax bibe Evîna te, evîna te xaç û kêle Evîna te xaç û kêle Evîna te xaç û kêle Di nav pencê êş u xewna, tu bi xwedê kî Evîndarim min nehêle Ez evindarim tenê nehêle Ez evindarim min nehêle #Instrumental Evîna te heyvek geşe dema sitêr winda dibin Li pês çava xewnek xweşe bi wê omîd şiyar dibin Evîna te Evîna te heyvek geşe dema sitêr winda dibin Li pês çava xewnek xweşe bi wê omid şiyar dibin Mizginiya bayê reşe dema kanî zuha dibin Mizgîniya bayê reşe dema kanî zuha dibin Evîna te, evîna te hêvya dile Dema hêvî cuda dibin Dema hêvî cuda dibin Evîna te hêvya dile Dema hêvî cuda dibin Dema hêvî cuda dibin Li payîza çav bi hêsir Evîna te gulistane Evîna te gulistane Evîna te gulistane Di nav ewrên kîna kevnar Ew paytexta dilistane Ew paytexta dilistane Ew paytexta dilistane Evîna te heyv û roke Bê te cîhan, bê te cîhan taristane Bê te cîhan taristane Bê te cîhan taristane Heger evin rokê vemre Hêlina dil, hêlîna dil goristane Hêlina dil goristane Hêlina dil goristane #Instrumental Evîna te hat bişavtin Di kanîkên xewn û xwînê Bû kulilkek ji rengê dil li zozanê Feraşinê Evîna te hat bişavtin Di kanîkên xewn û xwinê Bû kulîlkek ji rengê dil li zozanê Feraşinê Di şikefta Şanîdarê Berî hêsrên Mem û Zinê Di şikefta Şanîdarê Berî hêsrên Mem û Zinê Evîna te, evîna te di dest min de Bû kilîta deryê Jînê Bû kilîta deryê Jînê Evîna te di dest min de Bû kilîta deryê Jinê Bû kilîta deryê Jînê

Bêjebêje © 2015-2024